Dema weşanê: Adar 24, 2019, 6:47
Nivîskar: Incîl Selçuk
Dîtin: 727
Her civak bi çanda xwe, bi rengê xwe, bi zimanê xwe û bi adet û kevneşopiyên xwe dikare xwe li ser piyan digire. Helandina civakan ne tenê bi bişaftina ziman, an jî bi fizîkî pêk tê. Gava miletek ji urf û adetên xwe dûr bikeve, çand û kelepûra xwe ji dest bide ew civak hêdî hêdî dirize, ber bi mirinê ve diçe.
Di civaka kurdan de şîn û şahiyê her tim ciyekî girîng girtine. Xelkê kurd ji şîn û şahiya hev re hurmet digirt. Mînak, wexta kesek dimir malbata wî şîna wî digirt. Gundî û cîranan jî pêre şîn digirtin. Mesela gelek caran taybetî li gundan ji şerma xwedyê şînê ser û cilên xwe nedişuştin, wexta cilên xwe dişûştin jî ranedixistin ber derî. Ew qasî hurmet didan xemên hev.
Lê sed heyf û mixabin, niha dengê saza dawetan û selaya miriyan tevlî hev dibin.
Van rojana jî vê yekî pir bala min kişand. Ji ber ku var rojan di nava hefteyekî de caba şehadeta sê ciwanên me hate Dîlokê. Yek jê di dema şerê Efrînê de, yek li zindana Gebzeyê û duh êvarê jî cewaba yekê ji çiyê hat. Ev hersê ciwanên me jî ji berwariya Sêrtê ne. Yek ji Bêdar, yek Êrkend û yek jî ji Ûzîmê ye.
Mixabin, gava em berê xwe didin kolanên Dîlokê, dengê hawar û zêmarên dayikan tevlî dengê dahol û zorneyên hilbijartinê dibin. Hetta dengê hawar û zarezara dayikan li ber dengê reqsê difetisin û nayên bihîstin...sedema vê yekê jî bi girîngiya hilbijartinan didin xwiya kirin. Lê ev ne kiryarên rastin û xizmeta civaka me nakin.
Miletekî nekaribe şîna xwe bigre, gelo ewê çawa azadiya xwe misoger bike. Serkeftina civakekî bi piraniya girtina dengan pêk tê an ji hêza parastina rastiyê. Heke em hemû hêza xwe bidin ser xebatên hilbijartinan û hewla me ew be ku em karibin zêdetir dengan bistın in, çi ferq di navbera me û neyarên koka me de dimîne.
Erê, hilbijartina li tirkiye ya xopan dibe ku ji bo me girîng be lê parastina çand û adetên me ji hilbijartinan hezar qatî girîngtir e. Dayika Ayten Behcet ya ku caba şehadeta wê ji zindana Gebzê hat, ji ber egerên maddî herî dawî berî 11 heyvan kariye biçe keça xwe li zindanê ziyaret bike. Bifikirin ku di na şertên girtî tê de yên dijwar jî gelek malbat nikarin biçin serdana zarokên xwe.
Lê partiyek me di meclisê de ye, bi dehan wekîlên me jî hene û ji xezîna dewletê nizam çi qeder dirav jî distîne. Lê halê malbatên girtiyan jî ev e. Demekkî parastina çand û adetên miletan ji hejmara wekîl û şaredariyan gelekî girîngtir e. Siyaset divê di xizmeta çanda civakê be, ne ku çand bibe qurbaniyê siyasetê.
Cegerxwîn ev peyv ji bo dagirkeran gotibû, lê niha hat bîra min. "Pembo yê me ye, lê em tazî ne"