Fersenda Dîrokî

Fersenda Dîrokî

Dema weşanê: Pûşper 4, 2019, 8:41

Nivîskar: Incîl Selçuk

Dîtin: 1729

Ji sala 1989'an ve dûr nêzîk rewşa tevgerên li bakur dişopînim. Ez aliyê çekdarî û siyasî nanirxînim. Ji ber ku ne şervan ne jî siyasetmedar im. Lê wek ferdek kurd divê bibêjim ku; min ti caran bi qasî niha aliyê civakê yê rizyayî nedîtiye. Herroj xebera bi dehan şehadeta şervanan, li zindanan bi hezaran girtî nexweş û di halekî pir xerab de ne hema bêje her çend rojan caba mirin an jî xwekuştinekê jî ji wir tê. Lê mixabin ev tişt wek tiştên ji rêzê tên dîtin û malbatên girtî û şehîdan bi halê xwe re dimînin.

 

Li aliyê din ABD xwe hazirî şerê Iranê dike.

Heke şerek wusa çêbe, wê demê lingekî din jî yê konê dagirkeriyê hildiweşe dimîne yek. Ji xwe dema ji caran sê hilweşin bimîne yek êdî ew yek jî nikare xwe li pê bigre. Lewra fersenda Kurdistana mezin dertê pêşiya kurdan. Lê her çi hikmet be em serê dewleta dagirkera tirk pir mezin dikin, weke ku ew nebe em jî nabin. Rojeva me bûye Stenbul û demokratikirina komara quzulqurtê. Serê wan û bavê wan bixwe. Bi xêr piştî Iranê dor were wan ewê cilik û milikên xwe rakin biqeşitin ji ku hatine vegerin wir. Çiye em evqasî serê wan wehşiyên ji çola dûr hatine mezin dikin ez fam nakim.

 

Ji lewra divê em tekoşîna xwe wek kurd bikin wek kurd bijîn wek kurd her tiştê xwe bi nav bikin. Ji bo kurdan dem û dewran guherîne zemanekî ev dewlet xort bû navê kurd jî hatibû wenda kirin lê niha dem ne wusa ye. Bala xwe bidin mijara sereke ya hêzên zabitiya dinyayê dikin Kurdistane, mutefîkên wan kurd in. Duh nivîsa serkirdeyek tevgera azadiyê di çapemeniya Emerîkayê de hate belav kirin. Şandeya rojavayê Kurdistanê li ber deriyê NY peyamek dane dinyayê... Ev pêngavên dîrokî ne, fersendên zêrîn in li ber deriyê kurdan.

 

Lê gava em li rojeva me ya bakur temaşe dikin hema serê vî komara rezîl, bê bingeh, bê qanun û bêjî mezin dikin. Ez fam nakim ev civak ber bi ku ve diçe tê naghijim bi tastî. Sedem çiye wê jî nizanim. Belkî texmîn û pêşdîtinên min hene lê niha ne wexte. Welhasilî, di her halokarê de ewê kurd bi ser bikevin. Erê bila dijminê xwe piçûk nebînin lê divê serî jî lê mezin nekin.