ŞÎN ŞÎNÊ LI PEY XWE TÎNE, ŞAHÎ ŞAHIYÊ TÎNE

ŞÎN ŞÎNÊ LI PEY XWE TÎNE, ŞAHÎ ŞAHIYÊ TÎNE

Dema weşanê: Gulan 24, 2020, 3:40

Nivîskar: Incîl Selçuk

Dîtin: 567

ŞÎN ŞÎNÊ LI PEY XWE TÎNE, ŞAHÎ ŞAHIYÊ TÎNE.

 

Wek xewnekê tê bîra min, sala 1992 bû. Erefeya eydhê, çend şervanên kurd ji aliyê leşkerên tirk ve hatbûne şehîd kirin. Vêca li ser vê rewşê kê biryar dabû nizanim. Li navhev gerandin, gotin em 'eydhê pîroz nekin.' Mêran ser û rihê xwe kûrt nekirin, jinan cilên xweşik li xwe nekirin û mezinan wè eydhê zarok şa nekirin. 

Ji wê rojê heta niha piraniya eydhên bakur wusa derbas bûne. Niha gehiştime vê qenaetê ku; mirov çiqasî şînê bike, şîn ewqsî mezin dibe û li dora mirov belav dibe.

Weke ku em bûne civakeka şîn û girînê. Civakên şîn û girînè ji bo xwe bikin sixletê daêmî ne xweş e. Bila em her tim rojên şahî layiqî gelê xwe bibîn in. Îda Remezanê jî yek ji eydhên herî zêde li nav civaka me bi coş û kelecan derbas dibe 

Hêvîdarim gelê me di her şert û mercê de eydhên xwe bi dilgermî pêşwazî bikin da ku şahiyên me ji şînên xwe mezintir bibin. 

 

Eydha gelê Kurdistanê pîroz be.